navdêrmêzaPirjimar: kitêb
Komeke kaxezên bi nivîs û / yan resm yên di nav bergekî de hatine çapkirin.
- de
- Buch
- en
- book
- nl
- boek
- tr
- kitap
Mînak
Wê rûpela 50 ya kitêbê vekir û dest bi xwendinê kir.
We neẓertu fîl-kîtabî, yanî ez daxilê xanî bûm û min neẓer li kitêbê kir.
Etîmolojî
Ji erebî كِتَاب (kitāb) ji reha ك ت ب (k-t-b) têkilî rêzkirinê û çêkirina rêzikan ji wê yekê jî têkilî nivîsînê, ji proto-samiya rojavayî *katab- (“xurandin, xeritandin”). Ev reh koka peyvin din jî ne weku: katib, mekteb, ketîbe.