Jûjî

mahîn

/mɑːˈhiːn/

navdêr
  1. hespa mê

    de
    Stute / Mähre / Pferdeweibchen
    en
    mare
    nl
    merrie
    tr
    kısrak

Etîmolojî

Hevreha soranî مایین (mayîn), zazakî mahîne hewramî mayînî, farisî مادیان (mādiyān) û pehlewî mādiyān... hemû ji zimanên îranî, têkilî ma- (mak; mê). Bo H di kurdî de beramberî D di farisî û pehlewî de, bidin ber bahîv. Herwiha bidin ber maker. Peyva azerî madyan / مادیان, ermenî մադիան (madian) û osmanî مادیان (madiyan) ji zimanên îranî hatine wergirtin. Ji aliyê etîmolojî ve mahîn ne hevreha hevwateya xwe ya îngilîzî anku mare ye.

Peyvên girêdayî

Girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.