navdêr
Xwişka bavê kesekî/ê.
- de
- Tante / väterlicherseits
- en
- maternal aunt / aunt
- nl
- tante
- tr
- hala / yenge
Mînak
Sebîna meta min e.
Etîmolojî
Ji erebî عمة ('emmeᵗ, “met”) ku forma mê ye ji peyva عم ('emm, “mam, ap”) ku serekaniya peyvên kurdî mam û am e. Hevreha aramî ܥܡܬܐ ('em[mi]θa). Herwiha bide ber xalet / xaltî ku ji erebî خالة (xaleᵗ) in ku forma mê ye ji peyva خال (xal, “xal”) e ku serekaniya xal ya kurdî ye. Ev her çar peyvên xizmatiyê ji bilî kurdî herwiha ketine farisî jî. "Hala" ya tirkî jî ji خالة (xaleᵗ) ya erebî ye anku hevreha "xalet, xaltî" ya kurdî ye lê maneya "met" girtiye. An jî dibe ji aşûrî ketibin nav kurmancî. Lê herwiha binêre ma- û et.