Jûjî

nevis

navdêr
  1. kurhilî, zirkur, zirkeç, kurmarî, keçmarî, dûtmarî, pismarî, keçhilî, nevisî, zarokên jina kesekî lê ne yên wî bi xwe

    de
    Stiefkind
    en
    stepchild / stepson / stepdaughter
    nl
    stiefkind
    tr
    üvey çocuk / üvey evlât

Mînak

  • Mecîdî du zarok ji jina xwe ya wefatkirî hene loma ew nevisên jina wî ya nû ne. Jina Mecîdî ya nû ji dibe dêmariya wan.

Etîmolojî

Yan ji ne- + pis (anku "ne-kur") û hevreha farisî ناپسری (napiserî) yan jî ji proto-hindûewropî * h₂népōts (nevî), proto-îranî *nepats, hevreha nevî ya kurmancî, نوه (neve) ya farisî, nep ya pehlewî, 𐎴𐎱𐎠 (nepa) ya farisiya kevn, 𐬥𐬀𐬞𐬁𐬙 (nepat) ya avestayî, नपात् (nepat) ya sanskrîtî, nepōs ya latînî, ἀνεψιός (kinêz, kuzen) ya yûnaniya kevn, nefa ya inglîziya kevn û nephew ya inglîziya nû.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.