Jûjî

pîjame

/piːʒɑːˈmɛ/

navdêr
  1. Cilê tenik û fireh yê bo nivistinê yan navmalê.

    de
    pyjama / Nachthemd / Pyjama
    en
    pajamas / sleeping suit
    nl
    pyjama
    tr
    pijama / don

Etîmolojî

Ji fransî pyjama, ji îngilîzî pyjama yan pajama ji hindî peceme, ji zimanên îranî, hevreha farisî پایجامه (paycamê) ji پای (pay, “pê, ling”) + جامه (camê, “caw, cil”). Anku ev peyveke îranî ye lê li dor dinyayê geriye û dîsa li kurdî û farisî vegeriye. Bi farisî jî forma bi rêya hindî û îngilîzî ji fransî vegeriyayî serdest e: پیژامه (pîjamê). Formên ku tê de li cihê "p" dengê "b" heye bi rêya erebî hatine ji ber ku "p" di erebî de nîne.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.