Jûjî

reş

/ˈrɛʃ/

1.rengdêr
  1. tarîtirîn reng, rengê ji hemiyan tarîtir, wek rengê rejiyê.

    de
    schwarz
    en
    black
    nl
    zwart
    tr
    kara, siyah

Mînak

  • -Tu jî mîna Fêdkayê min esmer î, çevreş, porê te reş.

  • Digel ku emrê wî hê sî û pênc bû jî tayekî reş di porê wî de nemabû.

Etîmolojî

Taliyê ji proto-îranî *ra(n)ǰ- (“reng kirin, boyax kirin”). Hevreha soranî ڕەش (reş), xotanî rraşa (“ya ku bi rengê tarî”), talişî رش (rəş, “qehweyiya zelal”), sogdî [skrîpt hewce ye] (rɣš- /⁠raxš⁠/, “Rexş, hespê Ristem”), farisî رخش (rexş, “sor”), mazenderanî رش (raš, “sor”). Guherîna maneya rengan di zimanên hindûewropî de diyardeyeke berbelav e.

Peyvên girêdayî

2.navdêr
  1. rengê reş

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

reş — ferhenga kurmancî · Jûjî