Jûjî

sêv

/seːv/

navdêrmêzaPirjimar: sêv
  1. Darek e û fêkiyê wê ye, fêkiyê wê mîna gogekê ye û hindî mistekê mezin e, rengê wê bi gelemperî sor yan kesk e.

    de
    Apfel
    en
    apple
    nl
    appel
    tr
    elma

Mînak

  • Zaro sêvinan dixwin.

  • Şabaş e ji Xwedê raSelweya bih û sêvanBelçîm ji zîv û zêra

Etîmolojî

Hevreha soranî سێو (sêw), kurdiya başûrî sêf, hewramî sawi, zazakî saye, tacikî себ (seb), talîşî سیف (sîf), farisî سیب (sîb), belûçî سوپ (sop), pehlewî 𐭠𐭩𐭰 (sêp/sêb) ji zimanên îranî. Peyv di zimanên kevn yên îranî (avestayî û hexamenişî) de nehatiye qeydkirin. Ji zimanên îranî yên rojava wêdetir etîmolojiya peyvê bi esehî nayê zanîn. Bo nimûne, di zimanên îranî yên rojhilatî de yên wek osetî û peştûyî de wek peyveke xwemalî peyda nabe (nû ji farisî ketiye peştûyî) û di sogdî û xwarezmî de nehatiye qeydkirin. Peyv bi berfirehî di zimanên Hindistanê de peyda dibe lê texmînen ew ji zimanên îran

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.