Jûjî

xatûn

navdêr
  1. Jina ku ta mirinê seroka dewleta xwe ye (bi taybetî ya ku serokatiya xwe ji bavê xwe yan dayika xwe wergirtiye).

    de
    Dame
    en
    lady
    nl
    dame
    tr
    hanım

Mînak

  • Navê xatûna Brîtanyayê Elîzabeth e.

  • Madonna wek xatûna hunermendan tê hesibandin.

Etîmolojî

Hevreha soranî خاتوو (xatû) (xatû), farisî خاتون (xatûn), sogdî xwatên-, sakayî xettûne, hemû ji zimanên îranî, ji xwe + twa- + -n anku "xwe+hêz"/ "xwe+xwedî". Ev "twa-n" di soranî de wek tiwanîn (karîn, kanîn, şiyan) û wek tiwana (xurt, bihêz, ya ku dikare) maye û hevreha tav (roj, enerjiya rojê) di kurmancî de jî heye û rehên wê digihe *tep- (germ kirin) ya proto-hindûewropî. Bo zêdetir agahiyan binere: tav. Maneya bingehîn ya "xatûn"ê şabanî, qralîçe bû lê paşî berfireh bûye. "Xatûn" herwiha serekaniya hatun (xatûn) û kadın (jin) yên tirkî ye jî.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.