navdêr
Asinê ku mirov piyê xwe dike tê de dema ku li ser pişta hespî ye.
- de
- Steigbügel / Bügel
- en
- stirrup / stirrup bone
- nl
- stijgbeugel
- tr
- üzengi / üzengi kemiği / özengi / kemer
Mînak
Li ser pişta hespê zînekî çerkezan ê bi zîv neqişandî hebû. Zengûyên wî bi zîv neqişandibû.
Etîmolojî
Ji tirkî üzengi. Hevreha azerî üzəngi, qazaxî ujengi, ozbekî uzangi... Ji zimanên tirkîkî ketiye hin zimanên din jî: gurcî უზანგი (uzangi), makedonî û sirbî узенгија (uzengiya), krowatî uzengija...