Paşgirekê ye ku ji navdêr û rengdêran lêkerên negerguhêz çêdike, forma negerrguhêz a -aştin, -iştin: kel > kelijîn nerm > nermijîn tam > tamijîn teng > tengijîn hilm > hilmijîn bêhn > bêhnijîn fir > firijîn
Herkunft
Paşvesazî ber modela -aştin, -iştin (herdu dema niha -êj-) ku di lêkerên gerrguhêz de hene û -ij jî dibe negerrguhêz. Bide ber -is, -iz (wek bi teyisîn, teqizîn, çilmisîn, melisîn...) ber modela -astin (dema niha -êz-, -ês-) û -îstin (dema niha -îz-, -îs), soranî -ر (-ir) (paşgireke ku ramana negerrguhêziyê dide, wek witira = hat gotin, bêjiya) ber modela -artin (dema niha -êr-), -in (wek bi meyinîn, zeyinîn, di devokinan da peyda dibe) ber modela -andin. Têkildarî paşgira rengderan -în jî. Guhertoya bi /m/ (wek bi kelmijîn, gurmijîn, çilmisîn) ji çi ye ne peyda ye, nê bi gengazî tenê zêdehiye