Substantiv
Gabriel
- nl
- Gabriël
- tr
- Cebrail / Cebrâil
- kmr
- li gor dînên birahîmî (cihûtî, filetî û îslamê) yek ji melekên serekî ye û karê wî peyamberî ye anku peyamên Xwedê digihîne pêxemberan (li gor îslamê wî Qur'an ragihandiye Mihemed-pêxemberî)
Herkunft
Ji erebî جبرائیل (Cibraîl) bi rêya aramî ܠܒܪܝܐܝܠ (Gebrîêl) yan yekser ji îbranî גבריאל (Gabrîêl / Gavrîêl) ji גבר (geber / gever: zelam, mêr, peyrew) + אל (êl: xweda) anku "zelamê Xwedê, peyrewê Xwedê". "-êl" hevreha akadî 𒀭 (ilu), aramî אלה (ela) û erebî اله (al-h) (ilah) ye û ew hemû maneya "xweda" didin. Heman paşpirtika "-êl" di navên Danyêl, Ezraîl, Mîkaîl, Rafaêl, Avdel, Evdile... de jî heye. "Geber-" ya destpêkê ji aramî yan bi rêya aramî ji îbranî serekaniya peyva kurdî peyva "kabra" ye jî.