navdêr
kîf, çelte, gîrfan, kîs, çewal, tûrik, derdankê bi lepik yê ku ji cawî hatiye çêkirin û mirov tiştan tê de hildigire (bi taybetî yên ku zarok pirtûkên xwe yên dibistanê tê de hildigirin)
- de
- Beutel / Tasche / Sack
- nl
- zak / tas
- tr
- çanta / poşet / paket / torba
Etîmolojî
Bi riya osmanî چانطه (çante) ji farisî تنچه (tençe) ji تنجيدن (tencîden, “nûrandin, qat kirin, hilmaştin”). Ji bilî kurdî û tirkî, herwiha ketiye hinek devokên erebî jî, bo nimûne erebiya kendavî جنطة (janṭa) û erebiya misrî شنطة (şanța) û herwiha siryanî ܫܰܢܛܰܐ (šanṭa) / ܫ̰ܰܢܛܰܐ (čanṭa).