Jûjî

çiya

/t͡ʃɪˈjɑː/

1.navdêrnêrza
  1. Cihên ku bi kîlometreyan ji derdorên xwe bilindtir in û serên wan bi awayekî giştî tûj û kevirîn in.

    de
    Berg
    en
    mountain
    nl
    berg
    tr
    dağ, cebel

Mînak

  • Ev hinek çiyayên Kurdistanê ne: Agirî, Cûdî, Gare, Herekol, Metîn, Qendîl, Sîpan...

  • Çiyê tu caran ew beşer nedida dest wan. Çiya dost bû. Çiya ne weke wan xayin û bêbext bû.

Etîmolojî

Hevreha kurdiya başûrî çiga, çixa, farisî چکاد (çekad, “gupik, şilk, lûtke”), pehlewî çikad, çekat, hemû ji zimanên îranî, bi îraniya kevn *čakāta-. Bi texmîna Tsabolov herwiha hevreha sanskrîtî ककुद् (kakúd: gupik, lûtke) û latînî cacūmen (gupik, lûtke)... hemû ji proto-hindûewropî *ka-kut- yan jî zimanên îranî peyv ji akadî 𒊕𒁺 (“qaqqadu”) wergirtiye. Peyva akadî hevreha peyva îbranî קדקוד (qodqod) û ugarîtî 𐎖𐎄𐎖𐎄 (q'dq'd) e. Peyva akadî wek գագաթն (gagatʿn: şilk, gupik) ketiye ermenî jî. K di zimanên îranî de berê dibû Ç loma guherîna K/Q bi Ç diyardeyeke normal e. Berê di hemû zimanên îranî

Peyvên girêdayî

2.cînavk
  1. çi ya, çi tişta, çi kesa:

Mînak

  • Ew çiya te heye?

  • Te çiya xwe winda kiriye?

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

çiya — ferhenga kurmancî · Jûjî