Jûjî

newal

/nɛˈwɑːl/

navdêrmêzaPirjimar: newal
  1. Gelî (bi taybetî yên biçûk), co, robarê biçûk.

    de
    Tal / Canyon
    en
    valley
    nl
    dal
    tr
    vadi / dere / koyak / nalın

Mînak

  • Keçik dibê Feqî, heyran, bejna min kin e, lo, ne dirêj e / Li ser gaz û mesîlan û newalan ji xwe re, lo, şax davêje.

Etîmolojî

Herwiha nehal / nihal ji aramî ܢܚܠܐ (nexal), hevreha îbrî נחל (naxal). Herwiha bide ber aramî ܢܗܪܐ (nehra, “ro, robar”) yan ji erebî أَنْهَار (ʔanhār) ku pirjimara نَهْر (nahr, “çem, ro, robar”) e. Hevreha îbranî נהר (nahar), ugarîtî 𐎐𐎅𐎗 (n-h-r), akadî 𒀀𒇉 (narû), hemû ji proto-samî. Heman peyv wek نهر (nehr) derbasî farisî bûye û wek nehir ketiye tirkî jî. Guherîna "h/w" (bo nimûne hinda / winda) û "l/r" (bo nimûne bilûl / bilûr) di kurdî de du diyardeyên berbelav in. Herwiha bo ketina herfên bideng ji destpêka peyvên ji erebî di kurdî de bide ber "emîr > mîr, Îbrahîm > Birahîm".

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.