Jûjî

Xwedê

/xʷɛˈdeː/

navdêrnêrza
  1. Xaliq, afirînerê dinyayê û hemî tiştê heyî (li gor dînan anku baweriyan).

    de
    Gott
    en
    God
    nl
    God
    tr
    tanrı

Etîmolojî

Hevreha farisî خدا (Xuda), soranî خوا (Xwa), farisiya navîn Xweda, xwarezmî Xwedêw, sogdî Xwetaw, avestayî Xwedate-, hemû ji xwe + taw- (hêz, şiyan, karîn > soranî tiwanîn = karîn, şiyan) anku maneya "Xwedê" dibe "[bi-]xwe-[bi]hêz". Bide ber yûnanî αὐτοκρατής (autokratês: otokrat, serwer, desthilatdarê bi hêza bêsinor) ji αὐτο- (auto: xwe) + κράτος (kratos: hêz). Peyvên kurdî xwedan, xwedî, xatûn, xoce jî ji eynî rehî ne. "Xwe" ji proto-hindûewropî *swe- ye, "taw-" jî ji proto-hindûewropî *tep- (“germ kirin, enerjî danê”) ye ku herwiha serekaniya peyva tav ya kurdî ye jî. Ku di kurmancî de "Xw

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

Xwedê — ferhenga kurmancî · Jûjî