Jûjî

dîn

/diːn/

1.rengdêr
  1. kesa/ê bêaqil, bêhiş, bêmejî

    de
    verrückt
    en
    crazy
    nl
    zot / gek / getikt / gestoord
    tr
    din
  2. deli / çılgın

    de
    verrückt / wahnsinnig
    en
    insane
    nl
    gek / krankzinnig

Etîmolojî

Kurtkirina dêwîn, hevreha farisî دیوانه (dîvanê) ji dêw (“bi maneya cin”) + -ane. Bide ber mecnûn.

Peyvên girêdayî

2.navdêrnêrzaPirjimar: dînan
  1. Bîr û baweriyên mirovan li ser hindê ka dinya û mirov çawan çêbûye û Xwedê yan xweda çawan in û têkiliyên Wî yan wan û mirovan çawan in

    de
    Religion
    en
    religion
    nl
    godsdienst / geloofsovertuiging / religie
    tr
    din

Mînak

  • Dînê îslamê, dînê fileyan, dînê êzidiyan, dînê zerdeştiyan, dînê cihûyan.

  • Dîn û îman nan e, nan ku tune be, bende îro êzdî ye sibe misilman e

Etîmolojî

Navmiletî, hevreha farisî دین, farisiya navîn dên, avestayî deêna û belkî sanskrîtî धर्म (dherme-). Peyva "dîn" bi hezaran sal e ku hem di zimanên îranî û hem jî yên samî de heye: avestayî "deêna", pehlewî "dên", akadî "dînu" (di wî zimanî de bi maneya "qanûn"ê). Bi ihtimalek mezin rehê peyvê samî ye lê ji akadî (ku zimanek samî ye) bi rêya zimanek din (belkî elamî) ketiye avestayî û ji avestayî jî ketiye pehlewî û taliyê dîsa li erebî vegeriye. Forma niha ya kurdî/farisî bi ihtimalek mezin bi rêya îslamê ji erebî hatiye wergirtin lê dîroka wê gelek dirêj û hêja ye. Bo peyvek din jî ku pêşî ji

Peyvên girêdayî

3.lêker
  1. Guhartoyeke dîtin.

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

dîn — ferhenga kurmancî · Jûjî