navdêr
Zeviya ku sebze lê hatine çandin.
- de
- Gemüsegarten / Nutzgarten / Obstgarten / Küchengarten
- en
- vegetable garden
- nl
- moestuin / groentetuin
- tr
- sebze bahçesi / bostan
Mînak
Pirr bûstan li gundê me hene.
Etîmolojî
Hevreha soranî بێستان (bêstan), kurdiya başûrî bûsan, farisî بوستان (bûstan), pehlewî bōyestān, partî bōδestān, soxdî βōδistān, ji zimanên îranî, têkilî bêhn (bi soranî بۆن (bon) / bon, bi farisî بو /bû/) + -stan (maneya bingehîn "gulistan" yan "baxçe" bû). بستان (bustan) ya erebî, bostan ya tirkî û azerî, بوستان (bûstan) ya osmanî, ܒܘܣܬܢܐ (bûstana) ya aramî, בסתן (bûstan) ya îbrî, բուրաստան (burastan) ya ermeniya kevn, բոստան (bostan) ya ermeniya nû, ბოსტანი (bostani) ya gurcî û башта́н (baştán) ya rûsî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Bi rêya osmanî ketiye gelek zimanên rojhilata Ewropayê