Jûjî

dot

/ˈdoːt/

1.navdêrmêza
  1. Zaroka mê ya kesekê/îto.

    de
    Mädchen / Tochter
    en
    daughter
    nl
    dochter
    tr
    kız / bikir / kız evlat

Mînak

  • Dê û dotan şer kirin, bêaqilan jê bawer kirin.

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî *dʰugh₂tḗr (“keç, dot”), belkî ji *duh- ("dotin") + *-ter ya di peyvên din jî yên mirovahiyê de (*bʰréh₂tēr: bira, *méh₂tēr: dayik, mak, *ph₂tḗr: bab), hevreha دہت (duht) ya belûçî, دخت (duxt) û دختر (duxter) yên farisî, duxt, duxter yên pehlewî, avestayiya kevn 𐬛𐬎𐬔𐬆𐬛𐬀𐬭 (dugider-), avestayiya nû 𐬛𐬎𐬖𐬜𐬀𐬭 (duɣđar), sanskrîtî दुहितृ (duhitṛ), ermenî դուստր (dustr), hîtîtî 𒁺𒌓𒋻𒊑𒄿𒀀𒋾𒄿𒀀𒀸 (duttariyatiyas), rusî дочь (doçi), yûnaniya kevn θυγάτηρ (thugatēr), almanî Tochter, îngilîzî daughter, swêdî dotter...

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Awayên din

2.lêker
  1. Dema borî ji lêkera dotin.

Mînak

  • Wê çêleka xwe dot.

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.