Jûjî

guneh

/ɡʊˈnɛh/

1.rengdêr
  1. Yê kirina wî li gorî dînê Îslamê nerast e.

Peyvên girêdayî

2.navdêr
  1. Tiştê ku nabe were kirin, tiştê ku kirina wî qedexe ye, tiştê ger were kirin dê were cizakirin.

    de
    Sünde / Schuld / Rache / Verwünschung
    en
    sin
    nl
    zonde
    tr
    günah, vebal

Mînak

  • Li gor îslamê zina guneh e.

  • Ey şefî'ê sahibê alayê hemdMin hene bêhed guneh, nisyan û 'emd

Etîmolojî

Ji farisî گناه (gonah), ji farisiya navîn wn'h (winah), ji farisiya kevn *wínāθya, hevreha kurmancî binas, soranî گوناه (gunah), zazakî guna, partî wn's (winas), farisiya navîn wnʾsytn (winahîden, “ziyan lê kirin, hevsanî "binasandin"”), avestayî vi-nas-, latînî nex, necis (“merg”), noceo (“ziyan”), nocere (“ziyan lê kirin”), yûnanî νεκρός (nekrós, “cendek, term, kelex”), sanskrîtî विनाश (vināśa). Bide ber erebî جِنَايَة (jināya) (> cinayet), osmanî گناه (günah) (> tirkî günah), ermeniya kevn վնաս (vnas), gurciya kevn უნასი (unasi); deynên ji îranî.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.