navdêrnêrzaPirjimar: hest
Ramanên ku di mirovî de peyda dibin û dibin sedema hin tiştên wek tirsê, şermê, evînê, qehrê, kerban, şadiyê...
- de
- Emotion / Gefühl / Bewegung / Rührung
- en
- emotion, feeling, sentiment, passion
- nl
- emotie / bewogenheid / ontroering / aandoening
- tr
- duygu / his / ihtisas / intiba
Etîmolojî
Hevreha soranî ههست (hest), farisî حس (his), tirkî his... hemû ji erebî حس (ḥiss), hevreha aramî ܚܫܐ (xeşşa), îbranî חוש (xûş) - hemû bi maneya "hest, his, hes". Bo zêdebûna T/D li dawiyê bide ber: qalind, elind, mindal - ji ber S-ya bêlerz e, ne D-ya bilerz lê T-ya bêlerz ketiye dûv wê. Ji eynî rehî: hes, his, hesas, (pê) hesîn. Di kurmancî de forma "hest" nû ye û bi zimanê nivîskî ve sinordar e lê formên "hes, his" ji mêj ve di nav gel de berbelav in. Bo zêdebûna T li dawiya peyvê, binêrin: tişt. gengaz e jî ku hevreha "bihîstin" be, binere: -bihîstin-.