Jûjî

jeng

/ʒɛŋɡ/

navdêr
  1. Rengê zer yan qehweyî yê ku asinî yan polayî digire dema ku demeke dirêj şil bin.

    de
    Rost
    en
    rust
    nl
    roest / oxydatie
    tr
    pas

Mînak

  • Jengê girtin.

  • Eve zadana hemû amarêd sifir danêne ku bi zûye jeng lê didêtin û dibte wek jehrê û mirofan carinan ew jeng dikujitin.

Etîmolojî

Herwiha jengar, jengal, hevreha soranî ژهنگ (jeng), farisî زنگ (zeng) û زنگار (zengar), pehlewî zangār (zengar), ji zimanên îranî. ժանգ (žang, jeng) ya ermenî, ܙܢܓܪܐ (zanɡɑrɑ, zengara) ya aramî û زنجار (zincar) ya erebî ji îranî ne. Formên zeng, zengar ji farisî ketine kurdî û di kurdî de ne formên xwemalî ne: bide ber kurdî jin, jiyan, jehr, farisî zen, zindegî, zehir.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

jeng — ferhenga kurmancî · Jûjî