Jûjî

ramûsan

1.navdêr
  1. maç, mirç, danîna lêvên xwe li leşê kesekê/î yan li tiştekê/î

    de
    Kuss / Busserl
    en
    kiss
    nl
    kus / zoen
    tr
    öpücük / buse

Mînak

  • Ramûsan li gep û alekan li gelek welatan edetek silavkirinê ye.

  • Te ez bi ramûsana xwe helandim.

2.lêker
  1. maç kirin, ramûsandin, lêvên xwe li leşê kesekê/î yan li tiştekê/î dan (bi taybetî bo hezkirinê yan silavkirinê): Eniya dayika xwe ramûsand. (du kes) lêvên xwe li yên hev dan (bi mebesta evînê ango hezkirina ji hev): Lêvên hev radimûsin.

    de
    küssen / knutschen
    en
    kiss
    nl
    kussen / zoenen
    tr
    öpmek

Etîmolojî

ra + *mûs + -an, hevreha farisî بوسیدن (bûsîden, “maç kirin”) û بوسه (bûsê, “maç”) ji zimanên îranî, eslen onomatopoetîk. Bo guherîna M/B bide ber "misilman / bisilman / bisirman". Forma farisî wek بوسة (bûse, bewse) ketiye erebî jî û forma lêkerî باس (base) jî jê hatiye çêkirin.

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

ramûsan — ferhenga kurmancî · Jûjî