Jûjî

maç

/ˈmɑːt͡ʃ/

navdêr
  1. danîna lêvên xwe li leşê kesekê/î yan li tiştekê/î

    de
    Kuss / Busserl / Spiel / Wettspiel
    en
    kiss
    nl
    zoen, kus / match, wedstrijd
    tr
    öpücük / buse / maç / müsabaka

Mînak

  • Sê cara wê çav da min / Sê cara wê maç da min

  • Maçkirina gep û alekan li gelek welatan edetek silavkirinê ye.

  • Te ez bi maça xwe helandim.

Etîmolojî

Hevreha soranî ماچ (maç), farisî ماچ (mâč), tacikî муччӣ (muččī), herwiha hevreha din ya kurmancî (ra)mûs(an), farisî بوسیدن (bûsîden), latînî basium, fransî bisou, îngilîzî buss... hemû ji proto-hindûewropî *bu. Bo guherîna B/M bidin ber bo nimûne bizmar (< mismar) û bisirman (misilman). Bo guherîna Ç/S bidin ber birçî/birsî. Taliya talî texlîdkirina dengê maç/mirç yê siriştî yê dikare were bihîstin dema ku kesek maçekê li kesekî/ê yan tiştekî/ê dide.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

maç — ferhenga kurmancî · Jûjî