Jûjî

rizgar

/rɪzˈɡɑːɾ/

rengdêr
  1. azad, serbest, serbixwe, xweser, berdayî, kesa/ê bi xwe dikare biryaran li ser karên xwe bide, kesa/ê ne di bin destê kesek din ve ye, kesa/ê ne girtî ye

    de
    kurdischer männlicher Vorname, frei
    en
    free, Kurdish male name
    nl
    onafhankelijk / zelfstandig, Koerdische jongensnaam
    tr
    özgür, kürtce erkek ismi
  2. kurtulmuş, özgür

    de
    befreit / erlöst
    en
    rid (of)
    nl
    bevrijd / verlost

Mînak

  • Ew cihê ku Xwedê; ji bo tu min rizgar bikî, te li ser darekê danîbû; ey Ganem.

Etîmolojî

riz + -gar, riz- ji proto-hindûewropî *h₃rḗǵs (“serwer, serok, serkêş, rêber, rêzan, serperişt”) ji *h₃reǵ- (“rast çûn; rast kirin; bi rê ve birin”), proto-îranî *rec-, hevrehên sanskrîtî राजन् (racen: serwer), ji rej- (ferman kirin, bi rê ve birin), avestayî rez- (dirist kirin, sererast kirin, bi rê ve birin), farisiya kevn red-, farisiya nû رستن (resten, “rizgar bûn, reha bûn, filitîn, xilas bûn”), رستگار (restgar, “rizgar, azad, reha”), رج (“ref, sef, kom”), رده (“dor, sire”), yûnaniya kevn oregein, latînî rego (bi rê ve birin) û rēx (serwer, padişa) > fransî roi > îngilîzî royal. Hevrehên

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.