Jûjî

stran

/ˈstɾɑːn/

1.navdêr
  1. Gotinên ku li gel muzîkê tên gotin.

    de
    Lied / Gesang / Song
    en
    song
    nl
    lied / liedje / nummer
    tr
    şarkı / türkü

Mînak

  • Şivan Perwer stranan dibêje.

  • Stranên Eyşeşanê xweş in.

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî *ḱlew- (bihîstin, guh lê bûn), hevreha strîn (stran gotin) ya kurdî, sraweyye- (ragihandin, bi deng xwendin) ya avestayî û surûden (strandin, kirin stran, bi strankî gotin) ya farisî (> sirûd), श्रोत्र (śrōtra-: guh), श्रुत (śrutá-: bihîst) û शृणोति (śr̥ṇṓti: dibihîze) श्रोमत (śrómata-: navdarî), श्रव (śráva: pesn, meth, sena) yên sanskrîtî, rusî слава (slava) (pesn, meth, sena), îngilîzî hear (bihîstin, guh lê bûn) û loud (dengê bilind) e.

Peyvên girêdayî

2.lêker
  1. Guhartoyeke strandin.

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.