navdêr
Kesê di xizmeta kesekî din de dixebite (bi taybetî di xizmeta axayekî de û yê herdem li mala wî), kesê ku çi ferman bên dan, wê bi cih bîne (bêyî ku li ziyana bigihe wî bi xwe yan kesek wî bifikire)
- de
- Diener / Dienerin / Lakai / Kammerdiener
- en
- servant
- nl
- hulp / hulpje / huishoudhulp / bediende
- tr
- hizmetçi / uşak / kul
Mînak
Lê çima, bi mervê usa ra tu ẍulam pê ra tunne ne, bi ecêbmayî merîyêd nenas dipirsin.
Etîmolojî
Ji erebî غلام (ẍulam: xulam, xizmetkar, kurrik, lawik, xort), hevreha aramî ܥܠܝܡܐ ('ileyma: xulam, lawik, kurrik), îbranî עלם ('êlem: kurrik, lawik). Hevberî xeyna erebî di aramî û îbrî de adeten eyn heye. Bo têkiliya maneyê di navbera "kurrik, lawik" û "xizmetkar" de, bide ber garson (xizmetkarên xwaringehan / qehwexaneyan) ji fransî garçon (kurrik, lawik).