Jûjî

zehmet

/zɛħˈmɛt/

1.rengdêr
  1. Tiştê ku bo kirina wê pirr enerjî / şiyan / hinêr û hwd hewce ye.

    de
    schwer / schwierig
    en
    difficult
    nl
    lastig / moeilijk
    tr
    zor / güç / müşkül / çetin

Mînak

  • Ev kar zehmet e, ne hêsan e.

  • Hînbûna kurdî ne zehmet e lê divê mirov hinekî xîret bike bixwîne û biaxive.

Etîmolojî

Ji erebî زَحْمَة (zaḥma) (zehmetî, dijwarî, renc, nerehetî). Peyv di erebî de navdêr e û di gelek zimanên din de jî wek navdêr maye (bo nimûne di farisî û tirkî de) lê di kurdî de bi piranî wek rengdêr tê bikaranîn.

Peyvên girêdayî

2.navdêr
  1. Guhartoyeke zehmetî.

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.