Jûjî

kêç

/keːt͡ʃ/

navdêrmêza
  1. pêşûyek hûrik e bi taybetî xwe di nav pûrtê heywanan û porê mirovan de vedişêre û xwîna wan dimêje

    de
    Floh / Flohmännchen / Flohweibchen
    en
    flea
    nl
    vlo
    tr
    pire

Etîmolojî

Hevreha soranî kêç, farisî kek, keyk, pehlewî keyk, tacikî kayk ji zimanên îranî. Hêjayî gotinê ye ku navê proto-hindûewropî yê vê heşerê, wek yê gelek heywanên din jî, di zimanên îranî de nemaye û bi peyveke din hatiye guherandin. Hevwateya vê peyvê bi proto-hindûewropî *plusis bû ku sanskrîtî "plusi", lîtwanî blusà, rusî "bloxa", albanî plesht, yûnanî "psulla", latînî pulex, spanî pulga, fransî puce, îtalî pulce, ermenî "lu", îngilîzî flea... jê peyda bûne. Di nav zimanên îranî de ev peyva proto-hindûewropî di peştûyî de wek "vreje" û di yixnî de jî wek "frîgo" hatiye parastin.

Peyvên girêdayî

Girêdayî

Awayên din

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

kêç — ferhenga kurmancî · Jûjî