Jûjî

ker

1.rengdêr
  1. Kesa/ê qet yan baş dengan nabihîze.

    de
    taub / gehörlos
    en
    deaf
    nl
    doof / dove
    tr
    sağır

Mînak

  • Ker û lal

Etîmolojî

Hevreha soranî کهڕ (kerr), kurdiya başûrî keř, zazakî kerr, hewramî kerr, belûçî کر (kerr), farisî کر (kerr), farisiya navîn k-rr, soxdî k-rn-, avestayî kerne-, peştûyî کوڼ (kuṇ), sanskrîtî कर्ण (karṇa) (kárṇa-: guh), slavoniya kevn кърнъ (kŭrnŭ), latviyayî kurls, lîtwanî kurčias, hemû ji proto-hindûewropî *kʷorno- (“guh”). Maneya bingehîn "guh" bû lê di zimanên îranî û yên baltî de maneya "guhgiran" wergirtiye. Di zimanên hindî de bi maneya "guh" maye: hindî कान (kan), urdûyî کان (kan), bengalî কর্ণ (korno) û কান (kan)...

Peyvên girêdayî

2.navdêrnêrza
  1. Cûnek dewaran e ku dişibe hespan û hêstiran lê ji wan kurttir û biçûktir e (bi taybetî bo barhilgirtinê tê bikaranîn).

    de
    Esel
    en
    donkey
    nl
    ezel / plak / schijf
    tr
    eşek, merkep

Mînak

  • ابله چه کت طوافی نابینتن بری رشبیزی دکت ژ قنجان ژ رمز و ناز و غنجانقدری گلان چه زانت کربش دڤیت کری رش

  • - Hûn in, ha!. . . Ji bo çi hûn diziyê dikin ker lawê keran?

Etîmolojî

Ji proto-îranî *xárah (“ker”), ji proto-hindûîranî *kʰáras (“ker”); belkî taliyê ji zimanekî samî^([çavkanî hewce ye]) , bo nimûne ji akadî [skrîpt hewce ye] (xeradu, “ker, nêreker”).^([çavkanî hewce ye]) Hevreha soranî کهر (ker), zazakî her, hewramî ھەر (her), farisî خر (xer), avestayî 𐬑𐬀𐬭𐬀 (xere), sanskrîtî खर (khére), osetî хӕрӕг (xæræg), peştûyî خر (xer), belûçî ہر (her).

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

ker — ferhenga kurmancî · Jûjî