Jûjî

sîr

/ˈsiːɾ/

1.rengdêr
  1. hêja, birêz, rêzdar, ezbenî

Etîmolojî

Deyn ji îngilîzî sir.

2.navdêrmêza
  1. Pîvaza spî û hûr ya ku bo xwarinê saxlem e lê bêhnê ji devê mirovî tîne.

    de
    Knoblauch
    en
    garlic
    nl
    knoflook
    tr
    sarımsak

Etîmolojî

Hevreha soranî سیر (sîr), farisî سیر (sîr), pehlewî sêr, ji zimanên îranî. Dibe navmiletî be. Bide ber yûnaniya kevn σκόροδον (skordon), ermenî սխտոր (sxtor) û սխտոր (sxtor) lê herwiha dikare ji zimanekê samî jî, bide ber akadî şûmû, aramî ܬܘܡܐ (tûma), erebî ثوم (ŝûm). Lê zehmet e ku mirov sarımsak ya tirkî bi wê ve girê bide ji ber ku "sîr" berî hatina tirkan ber bi Anadolê ve jî di zimanên îranî de hebû lê mirov nikare bibêje ku sarımsak jî ji zimanekê îranî ye çunkî ew di hemû zimanên tirkîkî de ji Anadolê heta rojhilata Asyayê peyda dibe.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

sîr — ferhenga kurmancî · Jûjî