Jûjî

ben

/ˈbɛn/

navdêr
  1. Dezî, bizînk, werîs û tiştên din yên dirêj yên tişt pê tên girêdan.

    de
    Hochseil / Leine / Saite; W / Schnur
    en
    string, rope
    nl
    koord / lijn / snoer / touw
    tr
    düğüm / dümen / ip / bitim

Mînak

  • Rojeke derwêş dibêjite Şatirê ku îşeve çewalekê û ben û berheste û şemal û betlek evne hazir bike

  • «Bi fenê dibe binê benê»

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî *bʰendʰ- (“girê dan, bestin, bi benekî/benan asê kirin”), proto-hindûaryayî *bʰendʰ-, proto-îranî *bend-, hevreha bend, band, pend, (li) bend(a ...), benî, bestin yên kurdî, avestayî bend-, pehlewî bend-, farisî بند (bend) û بستن (besten, “bestin, girê dan, asê kirin”), sanskrîtî badhnāti (ew girê dide), lîtwanî beñdras (hevbend, hevpar), yûnaniya kevn peîsma (ben, bizînk, werîs), latînî of-fendīx (girêk, xilf), îngilîzî bind (girê dan), band (band, şerît), bond (selef; deynname), bound (girêdayî). Ben û bend di eslê xwe de heman peyv in lê ben bi wateya şênber û konkret û

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

ben — ferhenga kurmancî · Jûjî